hosheng broka

Hoşeng Broka derbarê ketina Hêyder Şeşo pêşmerge

Helwesta min beramber tevlîbȗna Heyder Șeșo ȗ HPȆ bo pȇșmergeyan çi ye?

Hoșeng Broka

Helbet her kes dizane, ku ez û Heyder Șeșo di van du sal ȗ nîvȇn dawiyȇ de, piștî fermana 74an, li pirr welatan ȗ deran bo pirsa Ȇzîdiyan ȗ genosîda wan geriyane ȗ bi miletȇ Ȇzîdî re, çi li hundir çi jî li derve, gelek hevdîtin, konferens ȗ civîn dane meșandinȇ. Lȇ îro piștî tevlîbȗna Heyder Șeșo ȗ HPȆ bo wezareta pȇșmerge, her kes dipirse ev çi bȗ, çima bȗ ȗ çima ne Bexda ȗ artȇșa îraqȇ lȇ Erbîl ȗ pȇșmerge, ez jî kȇm zȇde van pirsan dikim û xwe elaqedarî bersivdana wan dibînim.

Pirsa tevlîbȗna HPȆ bo Pȇșmerge çawa ȗ kengî dest pȇkir?

Di dawiya novembera 2016an hevdîtineke bi dizî, dȗrî ragihandinȇ, di navbera Heyder Șeșo, mamȇ wî Qasim Șeșo, Mesȗd Barzanî ȗ hin rayedarȇn pȇșmergeyan de, pȇkhat. Pașȇ bi derengî bi rȇya hindek hevalan pȇ hisiyam ku ew civîn pȇkhatiye ȗ Barzanî biryar daye ku HPȆ ser bi wezareta pȇșmerge ve were qebȗlkirin. Min wȇ demȇ nerazîbȗna xwe hem bi devkî hem jî bi nivîskî da diyarkirin ȗ ji kek Heyder xwest ku civîneke bilez jibo vȇ pirsȇ were lidarxistin. Lȇ Heyder qebȗl nekir ȗ diyar bû ku her tișt ȇdî di wȇ civînȇ de qediya ye ȗ nema dikare jȇ vegere, lewma wî her xwe da paș ȗ bi hîç rengekî xwe neda ber lidarxistina civînȇ. Paș bȇhȇvîbȗnȇ Ez mecbȗr man nerîna xwe di vȇ derbarȇ de, bi çend gotar ȗ daxwiyaniyan, bo raya giștî ȗ hindek aliyȇn ragihandina bi Erebî bidim diyarkirin, ku ev biryareke ne tenȇ șaș, belȇ kareset, bobelat ȗ tȇkçȗneke mezin e jî.

Çima ev biryar șaș e ȗ gereke nehate kirin ȗ çima tevlî wȇ nebȗm ȗ nabim jî?

  1. Her kes dizane ȗ gelek raportȇn navdewletî jî nivîsandin ȗ dan diyarkirin ku sedema sereke a genosîdkirina Ȇzîdiyan ji 3ȇ Tebaxa 2014an û virde pȇșmerge bȗn. Rast e DAIȘ genosîd pȇkanî lȇ sebeba dîrekt ȗ indîrekt a genosîdkirina Ȇzîdiyan vekȇșana 12 pȇșmergeyȇn Kurdistanȇ bȗ, ku heta vȇ gavȇ yek berpirsȇ wan jî nehatiye darizandin ȗ mehkemekirinȇ. Daxwiyanȇn HPȆ ȗ Heyder Șeșo jî tim ev didian eșkerekirin, lȇ îro çawa mirov dikare tevlîbȗna vȇ hȇzȇ bo pȇșmergeyan qebȗl bike, ȗ Ȇzîdî tev dizanin ȗ dibȇjin ku pȇșmerge ne tenȇ vekișiyane, belȇ xiyanet jî li wan kirine?
  2. Dema ku karestek bi serȇ miletȇ dewletekȇ yan jî welatekî de tȇ, berpirsȇn rȇza yekȇ yȇn wî welatî dest bi lȇpirsîna dikin daku bizanibin ew karesat çawa ȗ çima bȗ. Gelo heta vȇ gavȇ Mesȗd Barzanî wek berpirsȇ yekȇ ȇ tevaya pȇșmergeyȇn Herȇma Kurdistanȇ pirsyar kiriye çima gȇnosîda Ȇzîdiyan li jȇr desthelatdarî ȗ ala Kurdistanȇ rȗda? Aya Barzanî  heta vȇ sehetȇ, sozek bi tenȇ jî ji sozȇn xwe beramber bi Ȇzîdiyan aniye cih; wî lȇborîneke bi tenȇ yan nîv-lȇborînek jî ji wan xwestiye. Nexȇr, Barzanî hertim gotiye ȗ hîn jî dibȇje ku pȇșmergeyan ji xeynî qehremaniyȇ tiștekî din nekiriye. Pirs li vir ev e: garantiya Ȇzîdiyan çi ye, ku Barazanî ȗ pȇșmergeyȇn wî careke din pișta xwe nedin Ȇzîdiyan ȗ wan di bazara siyasetȇ de, nekin mijara kirîn ȗ firotinȇ?
  3. Eger Ȇzîdî bext ȗ wijdanȇ xwe bibȇjin, di dema herî xeter, tengav, dijwar ȗ zehmet de, Bexda ȗ Hikumeta Iraqȇ li Ȇzîdiyan xwedî derketin, alîkarî, çek, mal ȗ fîșek dan Heyder Șeșo ȗ „Hȇza Parastina Șingalȇ“, li șȗna ku Heyder berȇ xwe bidaye Bexdayȇ ku li Ȇzîdiyan xwedî derket, careke din berȇ xwe ȗ Ȇzîdiyan zîvirand ȗ da Erbîlȇ ȗ got: „em ji Pȇșmerge ȗ Kurdistanȇ bihtir ti aliyȇn din nȇzîkî xwe wek Ȇzîdî nabînin, ji ber ku Ȇzîdî kurd in ȗ Kurdistanî ne“.  Her kes dizane ku pirsa qirkirin ȗ genosîdkirina Ȇzîdiyan li Șingalȇ, ne pirsa Kurdîtiyȇ belȇ ya Ȇzîdîtiyȇ, ȗ ne ya Kurdistanȇ belȇ ya Ȇzîdxanȇ bû. Eger pirs wek Heyder dibȇje pirsa Kurdîtiyȇ bȗ, bila wî jî wek Viyan Dexîl û berpirsȇn Ȇzîdî yȇn „Kurd-Ȇzîdî“ berȇ bigota, ne li jȇr navȇ Ȇzîdîtî ȗ Ȇzîdxanȇ Ȇzîdî du sal ȗ nîvan bixapandina.
  4. Heyder Șeșo li pȇș çavȇn hemî Ȇzîdiyan ȗ dinyayȇ got: „ez Kurd im; Ȇzîdî jî Kurd in ȗ her tiștȇ wan bi Kurdî ye ȗ hemî deverȇn Ȇzîdiyan jî ser bi Herȇma Kurdistanȇ ne“. Helbet mafȇ Heyder ȗ her kesekî ye, ku xwe wek șexs çawa ȗ ji kîjan netewȇ ye, bihesibîne, lȇ mafȇ ti kesî tune biryarȇ li ser çarenȗsa miletekî bide, ku ew milet xwe di wȇ de nabîne. Heyder got: „Ȇzîdî kurd in ȗ Kurdistanî ne ȗ hemî deverȇn Ȇzîdiyan girȇdayî herȇma Kurdistanȇ ne“, lȇ em tev dizanin ku ev îro roj du pirsȇn herî hestyar û ciyȇ gengeșe û nîqașȇn mezin in di navbera Ȇzîdiyan de. Li aliyȇ din 90% ji herȇmȇn Ȇzîdiyan dikevin jȇr sîwana paragrafa §140 ji destȗra Iraqȇ, wate ew deverȇn Ȇzîdiyan mîna Șingal, Șȇxan, Bașîk ȗ Bahzan, wekî çend herȇmȇn din li Iraqȇ (Kerkȗk, Xaneqîn, Mexmȗr), li pey vȇ paragrafȇ, ne li jȇr desthelata Erbîlȇ, ne jî a Bexdayȇ ne, çarenȗsa wan ancix bi rȇya referndumȇ were çareserkirin.
  5. Piștî genosîda Ȇzîdiyan a 74an, tevaya Ȇzîdiyȇn dinyayȇ daxwaza otonmiyȇ kir. Li gorî hemî dayxwiyanȇn „HPȆ“ daxwaz hertim ew bȗ, ku Șingal bibe „xweseriyeke nîvotonom“ yan jî „otonomiyek“ li jȇr çavdȇriya navdewletî, lȇ Heyder Șeșo daxwaz ji Mesȗd Barzanî kir ku Șingal bibe „parȇzgehek ji parȇzgehȇn Kurdistanȇ“. Eger daxwaza Heyder berȇ ev bȗ, jixwe Viyan Dexîl, Hazim Tehsîn Beg, Șȇx Șamo, Qasim Șeșo ȗ hemî berpirsȇn Ȇzîdiyan yȇn bi barzanî re, ev daxwaz kirine ȗ Barzanî jî berȇ qebȗl kiriye, ȇdî çi hewce ye Heyder Șeșo piștî 2 sal ȗ nîvan ji miștuxlandina Ȇzîdiyan, heman daxwazȇ hȇvî bike?
  6. Heyder Șeșo dibȇje ez dȇ bi navȇ „Hȇza Parastina Ȇzîdxanȇ“ ȗ „Ala Ȇzîdxanȇ“ tevlî wezareta pȇșmergeyan bibim, lȇ garantiya vȇ hȇzȇ ȗ vȇ alȇ ȗ Ȇzîdiyan çi ye, dema ku emir ȗ fermana te ȗ hȇza te di destȇn pȇșmergeyan de ye, ku Mesȗd Barzanî berpirsȇ herî bilind yȇ hemî pȇșmergeyan ȗ wezareta wan e? Berî fermanȇ 12 hezar pȇșmerge li Șingalȇ bȗn, lȇ wek hate dîtin ȗ eșkerekirin tev di navbera çend sehetan de bi yek biryarȇ vekișiyan. Bi ya min ev șertȇn Heyder ji șertan bihtir behane ne. Ew bi „beyreqȇ“ ȗ „navȇ hȇzȇ“ șașîtiya xwe a mezin vedișȇre, lȇ Ȇzîdî jî ne kor in. Îro îradeya „HPȆ“ ji îradeya pȇșmergeyan e, ev rastiyeke. Navȇ hȇzȇ „Ȇzîdxan“ be, „Șingal“ be, yan tiștekî din be, ji Ȇzîdiyan re ferq nake, ji ber îrade giring e ȗ ew jî di destȇn Ȇzîdiyan belȇ yȇ pȇșmergeyan de ye.
  7. Dibe ku biryara Heyder Șeșo ȗ tevlîbȗna wî bo wezareta pȇșmergeyan, xizmeta hindek aliyȇn siyasî, eșîretî ȗ șexsî bike, lȇ bawer dikim ew xizmeta siyaseta Ȇzîdiyan ȗ stratejiya wan bo demeke dirȇj, çi li hundirȇ îraqȇ çi jî li derve, Qefqasyayȇ ȗ diyasorayȇ nake. Di vȇ biryarȇ de, ji Heyder Șeșo bihtir Qasim Șeșo hebȗ, ȗ ji berjewendiya Ȇzîdiyan ȗ Ȇzîdxanȇ jî zȇdetir berjewendiya Barzanî ȗ Kurdistanȇ hebȗ.
  8. Heyder Șeșo di vȇ lihevkirina bi Barzanî re, ji Ȇzîdxanȇ bihtir eșîret ȗ malbata xwe da pȇș. Lewma jî di hevdîtina bi Barzanî re, tenȇ Heyder ȗ Qasim Șeșo hebȗn.
  9. Hindek alî israr dikin ku „Ala Ȇzîdxanȇ“ bi Heyder Șeșo ȗ hȇza wî ve girȇbidin. Bi ya min ev fikrekî pirr șaș ȗ çewt e. Jixwe yek ji sebebȇn vȇ itîfaqa bi Barzanî re, șikandin ȗ pȗçkirina vȇ alȇ ye. Asayîșa Barzanî bi dehan xortȇn Ȇzîdî jibo vȇ beyreqȇ binçav kirine. Rast e cara yekȇ ev beyreq piștî farmana 74an li serȇ çiyayȇ Șingalȇ, li ser destȇn qehremanȇn Ȇzîdiyan ku wȇ çaxȇ „Hȇza Parastina Șingalȇ“ bȗn, hate bilindkirin. Lȇ îro beyreq wek beyreqa Ȇzîdxanȇ ji pirraniya Ȇzîdiyȇn dinyayȇ ve hatiye qebȗlkirin. Ȇzîdiyȇn Gurcistanȇ ev beyreq ne jibo Heyder șeșo li ser banȇ mal ȗ ziyareta xwe hildane. Ȇzîdiyȇn Ermenistanȇ jî ev beyreq li ser ziyareta xwe bilindkirine ne ji ber filan yan jî bȇvan e, belȇ ji ber ew beyreqa Ȇzîdxan e. herweha Ȇzîdiyên welȇt ȗ diyasporayȇ jî. Ji hundirȇ „Hȇza Parastina Ȇzîdxanȇ“ jî hene ku tevlî biryara Heyder Șeșo nabin, lȇ pirsa beyreqȇ tevlî pirsa Heyder ȗ biryara wî nakin. Beyreq ne milkȇ Heyder Șeșo, ne yȇ „HPȆ“ ne jî yȇ ti kesî ye, beyreq milkȇ miletȇ Ȇzîdî ye. Serok diçin lȇ beyreq dimînin, artȇș jî dihelin lȇ zimbol ȗ beyreq her dimînin.

 

 Ezidimedia.com

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

*

x

Check Also

11825090_396209043922381_2031127500514417500_n

Iraqi Parliament Member Risan Shaikh Dler Criticized Kurdish Authorities for Closing Down a Humanitarian Organization

Iraqi Parliament Member Risan Sheikh Dler has criticized Kurdish authorities for closing down a the ...